Dozeke balkêş ya di navber a Alman Swîsreyê de hebû. Tenê ji bo ku ‘kar û barên radestkirinê tê kirin ku Metîn Aydin 16 mehan di girtîgeha Swîsreyê de di bin tecrîdê de bû. Radestkirina xwe ya Almanyayê 54 rojan bi greva birçîbûnê protesto kir, hat ber mirinê. Almanyaya ku Metîn Aydin radest girt bi hinceta ‘endamê rêxistineke biyanî ye’ sûcdar dike û her wiha îdianameya wî jî ne amade ye.
Metîn Aydin 20’ê hezîrana 2011’an ji ber daxwaza rayedarên Alman li Swîsreyê hat girtin. Hinceta girtinê jî ew bû ku ku Almanyayê PKK di çarçoveya xala 129b ya qanûna ‘Dijî-teror’ de cih digire. Ji vê xalê siyasetmedarê kurd Alî Îhsan Kitay yê Hamburgê, Ciwanên kurd yên Stuttgartê Ridvan Ozmen û Mehmet Akan tên darizandin.
Metîn Aydin ligel nerazîbûnên tund ên rêxistinên sivîl ya Swîsreyê nehat berdan û ev bi mehan bû di girtîgeha derveyê sînor de dimîne. Dernexistin hevdîtina vekirî, destûrnedan bi malbata xwe re bi telefonê re biaxive û demeke dirêj destûr nedan nameyan binivîse. Piştî ku radestkirina wî ya ji bo Almanyayê hat aşkerekirin ku Aydin dest bi grevê kir.
24 SAETAN BI DOŞEKÊ VE HAT KELEMÇEKIRIN
Aydin di 54’emîn roja xwe ya çalakiyê de yekê mijdarê de bi ambulansê ji bajarê Basel a Swîsreyê anîn nexweşxaneyeke girtîgehê ya nêzî bajarê Stuttgartê ya Almanyayê. Parêzerê Aydin, Thomas Scherzberg diyar kir ku Aydin di şert û mercên weke îşkenceyê de anîne Almanyayê.
Scherzberg ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Dema Aydin dibin hem ling û hem jî milê wî kelemçe dikin. Nexweşxane jî tu muayenê nake û 6 saeta bi kelemçeyê ve didin sekinandin. Piştre li odeyeke din a klînîkê 18 saetan tê sekinandin. Rojeke ji Zurîchê dibin klînekek Bernê û 3 rojan jî li vir tê ragirtin. Roja ku tê radestkirin jî hemû nexweşxane tê valakirin û derên wê tên girtin. Ji vir dîsa bi ambulansê dîsa bi kelepçeyê bi doşekê ve girêdidin û dibin. Aydin li vir rewşa wî xerab dibe. Her çendî ku bijîşk dibêje rewşa wî xerabe jî kes vê yekê li ber çavan nagire. Muwekîlê min pirsa 'kein Hospital?' (nexweşxane nîne?) ji bijîşk dipirse û bijîşk jî dibêje 'Nein, Deutschland' (Na , Almanya)."
EZMÛNA 129B YA ALMANYAYÊ YA JI BO KURDAN
Parêzer da zanîn ku îdianme dê di meha çile de bê amadekirin û darizandin jî di meha Gulanê de dest pê bike û ev agahî da: “Darizandina kurdan di çarçoveya qanûna 129b’yê de neheqiyeke mezin e. Ev ezmûneke Almanyayayê ya ji bo kurdan e. Em nizanin dê çawa bi encam bibe. Hêvîdar im dê Almanya vê neheqiya xwe ya li hemberî kurdan fêm bike.”
Qanûna 129b li Almanyayê piştî êrîşên Almanyayê ket meriyetê û gelek caran hat nîqaşkirin jî. Di qanûnê de tê gotin ku çalakiyên şîdetê yên rêxistinên biyanî divê bên tesbîtkirin û bê şopandin.
Qanûn bi mantiqê ‘Têkoşîna li dijî terorê ya navnetewî hat hêsankirin’ ket meriyetê. Ev yek jî rê li ber kesên ku ji bilî Almanyayê tevli çalakiyên polîtîk bibin dê li Almanyayê bên darizandin. Ev xala yasayê sala 2003’an ketiye meriyetê.