Derbarê parlementer Ahmet Şik de fezleke hate amadekirin

Derbarê parlementerê Stenbolê Ahmet Şik de ji ber di protestokirina rektorê qeyyûm Melîh Bûlû de daxuyanî daye, fezleke hate amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê parlementerê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik de, bi hinceta ku di protestokirina rektorê qeyyûm Melîh Bûlû de yê ku li ser Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû peywirdarkirin, banga ‘dakevin kolanan’ kiribû fezleke amade kir.

Serdozgeriyê fezleke ji Wezareta Edaletê re şand û bi îddîaya ‘ji bo sûckirinê tahrîk hatiye kirin’ di meha Sibatê de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Ahmet Şik roja ku xwendekarên destgîrkiribû hatibû berdan gotibû “Bila tu kes nebêje ew ê ev kes bi hilbijartinê biçin. Li dijî mafyayan bi hiqûqê têkoşîn nayê kirin. Ji ber vê divê her kes peywira xwe ya hemwelatîbûnê pêk bîne û piştgiriyê bide vê têkoşînê.”