Demîrtaş ji ber rexneyên ku li Davûtoglû anî bû îfade da

Demîrtaş, bi îdîaya ku li Mersînê di mîtîngekê de ‘heqaret’ li Davûtoglû kiriye, derkete pêşberî dadger.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş, 29’ê Sibata 2016’an ji ber axaftineke xwe ya li mîtîngeke li Mersînê, îfade da. Demîrtaş bi sûcdariya ‘heqerat’ li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kiriye, di çarçoveya doza Dadgeha Cezayê Giran a Eslîyeyê de, derket pêşberî dadger. Demîrtaş, li girtîgeha ku lê dima, bi Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîtbariyê (SEGBÎS) tevlî dadgehê bû. Rûniştina dadgehê ku parêzer lê amade bûn, ji hêla Wekîlê HDP’ê Behçet Yildirim û partiyiyan ve hate şopandin.
Parêzeran bi bi bîra şandeyê xistin ku li gorî Xala 83. a Destûr Bingehîn a Tirk, destlênedana Demîrtaş didome û berata wî xwestin. Parêzeran diyar kir ku Demîrtaş heman axaftina xwe li civîna koma partiya xwe jî kiriye.

‘NIKARE WERE LÊPIRSÎN’

Demîrtaş jî di parastina xwe de wiha got: "Destlênedana destûrî, destlênedaneke teqez e. Bi ti awayî ne mimkun e ku lêpirsîna wê were kirin. Ji ber vê sedemê jî, dema ku axaftina min a li civîna komê ya axaftina min a ku bûye mijara dozê were rûberîhevkirin û di navbera wan de hevşibiyek diyar bibe, lêpirsîna wê nikare were kirin. Ez di daxwaza xwe de bi israr im. Tespîta vê rewşê tenê ku metnên axaftinên were rûberîhevkirin , bi rapora kesên zane yan jî bi rûberîhevkirina ji hêla dadgeha we ve dikare derkeve holê."

HATE TALOQKIRIN

Şandeya dadgehê ji Meclîsê re muzekkere nivîsî û mînakeke ji axaftina Demîrtaş a civîna komê xwest. Dîsa têkildarî Demîrtaş biryar hate dayin ,  sûcdarîkirina ‘’kêmkirina rêxistina emniyetê’’  û doza ku ji hêla Dadgeha Cizayê Giran ê 2. a Mêrsînê were yekkirin û ji wan re were şandin. Rûniştineke dî wê 6’ê Adara 2017’an were dîtin.