DBP'ê şehîdên Enfalê bi bîr anî

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şehîdên qirkirina Enfalê ya ku salên 1980'yî bi destê dîktatorê Iraqê Sedam Hisên pêk hatî, bi bîr anî.

DBP'ê şehîdên qirkirina Enfalê bi bîr anî. Rejîma Beas di navbeyna salên 1986-1989'an de li Başûrê Kurdistanê bi navê Enfalê qira Kurdan anî û derdora 200 hezar Kurd hatine qetilkirin.

DBP'ê di daxuyaniyê de bi bîr xist dema qirkirinê çeka kimyewî hatiye bikaranîn, sala 2010'an di serî Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, parlamentoyên Norwêç, Swêd û Ingilistanê qirkirina Kurdan nas kirine, qirkirina Enfalê weke sûcê mirovahiyê di bîra mirovahiyê de hê birîneke nekewiyayî ye.

DPB'ê bal kişande ser êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser bajarên Kurdan û got, hişmendiya Sedam hê jî li ser Kurdan didome lê Kurdan li dijî vê hişmenidyê di serî de li Kobanê li Rojava diyar kir Kurdan rejîma DAÎŞ'ê têk birine.

Herî dawî hate diyarkirin Kurd ti caran wê ji têkoşîna xwe ya biheq ti caran bi paş ve gav neavêjin, şehîdên 14'ê Nîsanê Qirkirina Enfalê hatin bibîranîn û berpirsên qirkirinê hate şermezarkirin.