Darizandina akademîsyenên ku aştî xwestin didome
Doza der barê akademîsyen Esra Mûngan, Merla Camci, Kivanç Ersoy û Muzaffer Kaya yên ku ji ber danezana aştiyê îmze kiribûn hatibûn girtin û piştî demekê hatibûn berdan, dewam dike.
Doza der barê akademîsyen Esra Mûngan, Merla Camci, Kivanç Ersoy û Muzaffer Kaya yên ku ji ber danezana aştiyê îmze kiribûn hatibûn girtin û piştî demekê hatibûn berdan, dewam dike.
Gelek parêzer, heyetên biyanî û parêzvanên mafê mirovan rûniştin şopandin. Di rûniştinê de yek ji parêzerên doz dişopand Merîç Eyyupoglû wiha got: “Di çarçoveya îfadeya azadiyê de daxwaza aştiyê kirine, rewşeke ku tundiyê bide nîşandan nîne. Em daxwaz dikin ku bi lezgînî bên berdan.”
Piştî parastina parêzeran û şûn de heyeta dadgehê, biryar da ku li benda destûra lêpirsînê ya ji aliyê Wezareta Edaletê bimîne û rûniştin taloqî 30’ê Adara 2017’an kir.
LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN
Ji beriya rûniştinê li pêşiya avahiya Edliyeya Çaglayanê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de li gel Berdevkê Giştî yê HDK’ê Onûr Hamzaoglû, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, ji Parlamentoya Brukselê delege û akademîsyenên zanîngeha Bruksel û Îngilîstanê jî gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî amade bûn.
‘EM NATIRSIN, JI BER KU NATIRSIN JÎ EM LI VIR IN’
Destpêkê, Berdevkê HDK’ê Hamzaoglû mafê axaftinê girt û diyar kir ku bi awayekî bê maf akademîsyenên ku aştî dixwestin tên darizandin û bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatine dûrxistin. Hamzaoglû got: “Em baş dizanin hemû hewldan ya tirsê ye. Ji bo tirsê bidin avakirin serî li tundiyê didin. Em natirsin, ji ber ku natirsin jî em li vir in. Em daxwaza xwe ya aştiyê nû dikin.”
Ji delegeyên Parlamentoya Brukselê Mûngan jî axivî û destnîşan kir ku ji bo piştgiriyê bidin Camci, Kaya û Ersoy û akademîsyenên ku danezana aştiyê îmze kirine li vir in. Mûngan diyar kir ku dema vegeriyan welatên xwe wê vê rewşa li Tirkiyeyê ragihînin. Mûngan wiha anî ziman: “Ji bo du mijarên sereke em hatine li vir. A yekem ji bo akademîsyenan, a duyemîn jî vegera li pêvajoya aştiyê ye.”
Akademîsyenên ku ji zanîngeha Bruksel û Îngilîstanê hatî jî axivîn û bal kişandin li ser têkoşîna ku li Tirkiyeyê bi rê ve diçe û gotin: “Azadî û mafê mirov, zanist û perwerdehî bi rastî yek ji xalên herî girîng in ku di pêvajoya aştiyê de dev jê nayê berdan.”
‘AKADEMÎSYEN BERDÊLAN DIDE’
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û diyar kir ku akademîsyen berdêlên mezin didin, li cihanê li pêşberî van berdêlan encaman digirin. Kaya wiha pê de çû: “ Di wijdanê cîhanê de wateyek a akademîsyenan heye, ev tiştekî pir baş û watedar e. Em dîsa dest ji rêzdayînê xwe bernadin, em dev ji ciwanî û jiyana hevpar bernadin. Em dev ji civaka bi rûmet û serbilind bernadin. Her bijî piştgiriya aştiya gerdûnî.”
‘DIVÊ DAXWAZA AŞTIYÊ NEYÊ SÛCDARKIRIN Û DARIZANDIN’
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ya ku li ser navê Akademîsyenên Ji bo Aştiyê hatibû amadekirin, ji aliyê gelek akademîsyenan ve hevok bi hevok hate xwendin. Hat diyarkirin ku ji bo akademîsyenan, aştî, wekhevî û demokrasiyê, wê qet dev ji daxwaza jiyana hevpar bernedin. Akademîsyenan daxwaz kir ku divê bi lezgînî Camci, Ersoy û Kaya bên berdan û gotin: “Ji ber ku em dizanin daxwaza aştiyê nayê sûcdarkirin û darizandin.”
Akademîsyenan daxwaz kirin ku ne qêrîna tolhildanê, jiyana hevpar bilind bikin û gotin: “Em careke din qîr û hewar dikin. Em ji çaran zêdetir in, di daxwaza aştiyê de bi israr in.”