Danişîna Demîrtaş hate taloqkirin
Di doza Selahattîn Demîrtaş de şandeya dadgehê beyna parêzeran nestand û danişîn taloq kir.
Di doza Selahattîn Demîrtaş de şandeya dadgehê beyna parêzeran nestand û danişîn taloq kir.
Danişîna têkilî doza sereke ya Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku DMME'yê biryar li ser berdana wî dabû, li Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqerê, li Kampûsa Girtîgehê ya Sîncanê çêbû.
Diyar bû ku îdîanameya Doza Kobanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 22'an a Enqerê tê dîtin tevî nav dosyayê bûye.
Meqamê îdîayê xwest ji bo ku daxwaza redî hakîm ku di celseya beriya niha de were kolan, biryar li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an were dîtin û bi Doza Kobanê re bibe yek.
Danişîn taloqî 6'ê Gulanê hate kirin.