Dadgehê bi tenê 7 sal û 6 meh ceza da kujerê Şerzan Kûrt

Dadgehê guh neda biryara muebetê ya li polîsê bi navê Gultekîn Şahîn hatibû birîn ê ku Şerzan Kûrt kuştibû. Dadgehê bi tenê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da polîsê kujer ê bi navê Gultekîn Şahîn.

Polîs Gultekîn Şahîn di 12'ê Gulana 2010'an de xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kûrt ê 21 salî li zanîngehê kuştibû. Piştî polîs Şahîn xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt kuşt, li dadgehê doz lê hatibû vekirin. Dadgehê li polîs Gultekin Şahin 7 sal û 6 meh ceza birîbû. Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê ku li polîs Gultekîn Şahîn hatibû birîn erê kir. Dadgehê di 21'ê Adarê de biryar da. 

Malbata Kûrt li dijî biryara Dadgeha bilind serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Serokê Baroya Êlihê û parêzerê malbatê Erkan Şenses, li ser hesabê medya civakî bertek nişanî biryara Dadgeha Bilind da. Şenşes, anî ziman ku ew yekem car biryarek bi vî rengî dibîne û wiha got: "Em ê li dijî vê bê cezahiştina hin kesan têkoşîna xwe berdewam bikin.” 

Piştî polîs Gultekîn Şahîn gule berda Şerzan Kûrt, Kûrt 7 rojan li Nexweşxaneya Tipa Zanîngeha Dokuz Eylulê hatibû dermankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê polîs Gultekin Şahin hatibû girtin û der barê wî de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayên Giran a Muglayê hatibû dîtin. piştre doz bi hinceta ewlehiyê birin Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê. 

Polîs Şahîn 2.5 salan li girtî li Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê hat darizandin. Dadgehê di 7'ê Îlona 2012’an de cezayê muebetê li polîs Şahîn birî. Şahîn parastin kir û diyar kir ku wî erka xwe pêk anîye. Piştre cezayê Şahin daxistin 8 salan. Piştî îtirazê Dadgeha Bilind ceza xera kir. Di darizandina nû de dadgehê di 20'ê Sibata 2015'an de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" 16 sal ceza birîn. Li ser îtîrazê dîsa dadgeha bilind ceza xerakirin. 

Doz 2 caran li dadgeha bilind xera bû. Dadgeha Bilind piştî îtîrazan, li ser nirxandina "Halê Baş" 7 sal û 6 meh cezayê Şahîn erê kir. 

Polîs Şahin di dadgehê berê de hatibû berdan û serbest dihat darizandin.