Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li Les Mureaux, Mantes La Jolie û Poissy ê herêma Normandîe ya Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Ciwanên Azad de meşa meşaleyî hat lidarxistin.
Bi sedan Kurdistaniyên ku li ber Garê li hev kom bûn, tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.
Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hat gotin;
“Tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Fikrîna bêbandorkirina Rêber Apo, wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema kaosek mezin.”
Endamên Ciwanên Azad dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Em cîhanê bi serê we de hilweşînin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.
VILLENEUVE SAINT GEORGES
Bi sedan Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villeneuve-Saint-Georges kom bûn, heta pêşiya salona Şaredariya Villeneuve meşiyan.