Çalakiya birçîbûnê ya duh li Mêrsînê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk destpêkiribû, bi daxuyaniyek ya çapemeniyê bidawî bû.
Li ser banga Navenda Giştî ya BDP’ê weke li gelek bajaran Mêrsînê jî duh dest bi çalakiya birçîbûnê kir û îro jî bidawî kir. Gelek kesên li avahiya BDP’ê ya bajar tevlî çalakiya birçîbûnê bûn, di demjimêr 11.00’an de li ber avahiya partiyê kombûn, bi tîlîliyan sloganen “Bijî berxwedana zînandan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi berxwedanê em dê qezenc bikin”, “Em aştiyê dixwazin, dê aştî pêkwere” qêriyan. Polîsan li ber deriyê avahiya BDP’ê ewlekariyên mezin girtin, her wiha wesayîtên zirxî û TOMA li ser rêyan bicih kirin.
Cîgirê Hevserokê BDP’a Mêrsînê Irfan Yucel ragihand ku, wan li gorî Giştînameya ji Navenda Giştî ya BDP’ê hatî ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan, ketine çalakiya birçîbûnê û ji hemû kesê tevlîbûyî re sipasî kir. Yucel balkişand ser ku, çalakiya birçîbûnê ya kete roja 68’an hem deng daye rayagiştî ya Tirkiyeyê û ya cîhanê jî û aşkera kir ku, girtiyan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê aniye. Yucel destnîşan kir ku, ew bi hurmet li hember xwedana zindaniyan bejna xwe di tewîne û wiha got: “ Ji niha û pêve erka herî mezin ya di keve ser milê me, derbazkirina pirsgirêkên tenduristî yên hevalên me ne û şopandina dermankirina wane”. Pişî daxuyaniyê çalakiya birçîbûnê bidawî bû.