Çalakiya birçîbûnê ya li Melbourneyê didome

Çalakiya birçîbûnê ya li Melbourneyê didome

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ji 12’ê Îlonê ve didomin, çalakiya birçîbûnê ya dane destpêkirin di roja duwemîn de ye.

Duh li Qada Federasyonê ya li navenda bajarê Melbourneyê daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn û meş pêkhatibû. Piştî meşê avahiya sendîkayan ya li dagir kiribûn û çalakiya birçîbûnê ya ku dabûn destpêkirin, didome.

Çalakiya ku di bin pêşengtiya PJAK û Komeleya Kurdistaniyên Victoria de hatiye organîze kirin, 30 Kurdistanî beşdar bûne. Kurdistaniyên ku li derdor jî jiyan dikin çalakvanên greva birçîbûnê ziyaret dikin.