Çalakiyên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk destpêkiribûn di roja 68’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro di demjimêrê sibehê de bidawî bûn, Kurdên li Ewropayê jî di çalakiyên birçîbûnê de çalakiyên xwe bidawî dikin.
Giyas Serhat ku 2’ê Mijdarê li paytextê Îrlanda Dûblînê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû, bi dawî anî.
Serhat di daxuyaniya dayî de got; “Çalakiya birçîbûnê ya 2’ê Mijdarê ku min bi vîna xwe dabû destpêkirin, li ser banga rêberê me ez bidawî tînim. Me gelek tecrûbe girtin. Çênebûna windahiyên can dilê me Kurdistaniyên li Îrlandayê jiyan dikin rihet kir. Tekoşîn hêjan bidawî nebûye, berevajiyê wê em di zanabûna wê de ne ku gelek rê heye ku em biçin.”