Çalakiya birçîbûnê ya Brukselê bidawî bû

Çalakiya birçîbûnê ya Brukselê bidawî bû

Çalakiyên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk ji 12’ê Îlonê ve dom dikirin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro çalakiyên birçîbûnê yên li Ewropayê bidawî dibin.

Li paytextê Yeketiya Ewropa-YE Brukselê di 15’ê Mijdarê de çalakiya ku Serokê KONGREYA Gel Remzî Kartal, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê PAJK’ê Hecî Ehmedî, siyasetmedar Nîzamettîn Togûç, rojnamevan-nivîskar Gunay Aslan, nivîskar Derwêş Ferho, Dr. Celal Çortai, parêzer Mahmût Şakar, hunermend Seyîtxan, Siyamend Moini, nivîskar Hasret Bîrsel, berdevka Meclîsa Jinan ya Bêrîtan ya Zurîhê Nesrîn Yazar, endama Meclîsa Jinan ya Den Haagê Pervîn Ogûz û aktîvîs Halîse Tuzer û Ummuhan Sûrmelî tevlîbûyî îro bidawî bû.

Daxuyaniya ku komîteya çalakiya birçîbûnê dayî ragihand ku, di çalakiyên birçîbûnê ya 68 rojan dom kir de berxwedanekî destanî nîşandane. Di daxuyaniya ku tê de hate diyarkirin, çalakiya birçîbûnê di raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê de dengek mezin vedaye û wiha hate gotin: “Li derdora daxwazên mafdar yên girtiyan xwedî lêderketin û piştevaniyekî mezin ya netewî û navnetewî çêbûye.” Di daxuyaniya ku hate diyarkirin ku, weke girtiyan jî dayî diyarkirin çalakî bi awayek serkeftî gihaye armanca xwe û ev tişt hatin gotin:

“Girtiyên ku li rexmî şert û mercên giran yên di zindanê de mirina xwe jî dane ber çavê xwe, polîtîkayên hikumeta AKP’ê û dewletê yên neçareseriyê kûr dikin teşhîr û tecrîd kirin û dane diyarkirin ku, çareseriya siyasî jênevegere, her wiha em li hember vê berxwedana destanî bihurmet bejna xwe di tewînin, em ji vir silavên xwe yên germ û daxwazên başbûna tenduristiya wan dişînîn.”

Di daxuyaniyê de balkişande ser pêvajoya tekoşînê ya berdewam dike, “Çalakiya birçîbûnê ya bi hewildan û înîsiyatîfa Birêz Apo, siyaseta Kurd bi dawî bû, tekoşînekî nû daye destpêkirin. Erk û berpirsyartiyên me zêdetir bûne.”