Yek ji rêbazên dadgehên Tirk serî lê didin “şahidên nepen” e. Wisa dixuyê ku dê hejmara van “şahidan” di sala 2013 de zêdeti bibin. Wezareta Dadê ya Tirk pêşnûmeyên butçeyê nirxand û ji bo amadekirina projeya bernameya guhdarkirina “şahidên veşartî” butçe kir du qat û nîv.
Wezareta Dadê butçeya “sîstema guhdarkirina şahidên veşartî” û projeya “Sîstema Deng û Dîmenan” kir du qat û nîv. Sala 2012 68 milyon û 947 hezar û 650 lîre bûn, sala bê jî dê bibe 163 milyon û 287 hezar.