‘Biryara RTUK’ê nêrîna hikûmetê ya ji bo Elewiyan nîşan da’

Midûrê Nûçeyan ê Yol Tv Işik Kûrt bal kişand ku biryara rawestandina weşana Yol Tv di salvegera qetlîama Mereşê de pêk hat û got; “Ev jî nîşan daye ku bê hikûmet bi çi çavî li Elewiyan û bindestan dinêre.”

Desteya Radyo û Televîzyonan (RTUK), biryara rawestandina weşana Yol Tv da.

Li gor ajansa desthilatdariya AKP/Qesrê AA jî wek hincet, ‘heqareta li Serokkomar’, ‘propagandakirina rêxistinê’ nîşan da.

Hê ji rayedarên televîzyonê re ti biryar nehatiye ragihandin.

Midûrê Nûçeyan Işik Kûrt, got ji Ajansa Anadolûyê fêrî biryarê bûne û wiha dewam kir; “Navenda qenalê li Elmanyayê ye. Lewma jî hê ragihandinek fermî nîne. Lê, dibe ku biryara RTUK’ê têkîldarî derxistina ji Turksatê be.” Kûrt diyar kir ku weşana televîzyonê didome û wiha axivî; “Eger em ji Turk-Satê bên derxistin, em ê rewşê binirxînin, hewl bidin weşanê bigihînin temaşekeran.”

Kûrt ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku biryara RTUK’ê di salvegera qetlîama Mereşê de hatiye girtin û wiha lê zêde kir; “Bi taybet jî di salvegera qetlîama Mereşê de qenelek wisa ku bi keda Elewiyan hatiye avakirin, bi biryarek wisa hevrû maye. Ev jî nîşan dide ku bê hikûmet bi çi çavî li Elewî û bindestan meyze dike.”

Kûrt, diyar kir ku  bi Rewşa Awarte re mafê demokratîk her ku diçe ji holê radibin û wiha pê de çû; “Ev rewşa televîzyona me jî, parçeyek vê atmosferê ye. Lê, ji bo mafê agahîwergirtinê yê civakê çi dikeve ser milê me em ê bikin. Ji ber ku ev berpirsiyariya me ye. Azadiya nûçewergirtinê di roja me de hê zêdetir xwedî girîngî ye. Em ê vê wezîfeyê pêk bînin. Wê nikaribin me bêdeng bikin.”