Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist û rojev nirxand.
Ayhan Bîlgen di destpêkê de polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê rexne kir û got, "Ev polîtîka ji destpêkê ve şaş bû û Tirkiye niha berdêla wê şaşitiyê dide. Di destpêkê de bazarî bi DAIŞ'ê re hat kirin û ji wan re gotin 'girseya bi hêrs'. Dema ku li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî DAIŞ'ê zêde bûn, vê carê têkilî bi Nûsra re dewam kir. Parlamenterên me gelek caran li Meclîsê dan xuyakirin, ku berdêla vê têkiliya bi Nûsra re wê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran be. Ji aliyê Rûsyayê ve jî weke rêxistina terorê hate dîtin, lê belê rayedarên dewletê bi daxuyaniyên xwe ragihandin, ku ew bi vî çavî li Nûsra nanêrin. Cîhan tev dizane bê Nûsra mûxalîfeke çiqasî nerm e yan nîne. Em ê di demeke nêz de bibînin, hemû rêxistinên di bin sîwana Artêşa Azad de tevdigerin, weke rêxistina terorê bên binavkirin."
'DIBE KU BI SEDAN CENAZE BÊN'
Bîlgen işaret bi kuştina leşkeran a d 'Tevgera Mertala Firatê' de kir û got, "Divê ji raya giştî re bê ragihandin; ji bo bajarekî bi nifûsa 300 hezar kesî ji destê rêxistinekê bê derxistin, dibe ku bi sedan cenaze werin. Artêşa Azad beriya niha nikarîbû gundên di destê xwe de jî biparêze û teslîm kir. Kî wê El Babê bi rê ve bibe? Artêşa Azad a ku nikare gundekî jî biparêze? Yan jî Tirkiye?"
'KARÊ RAKIRINA MAYÎNDAN DANE TIRKIYEYÊ'
Bîlgen wiha dewam kir: "Yên heta niha DAIŞ xwedî kirine, niha paqijkirina vî karî, rakirina mayînan dane Artêşa Tirk. Polîtîkaya li ser Iraqê encamên çawa yên şaş derxist holê, ya Sûriyeyê jî wê encamên şaş bafirîne. Eger îro hin kes neçar in şerbeta şehadetê vexwin, sedema vê yekê rêveberên Tirkiyeyê ne."