Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, di civîna koma partiya xwe de rojeva heyî nirxand.
Bîlgen bal kişand ser girtina hevserokên û parlamenterên xwe û got, "Ji meha Mijdarê û vir ve, nûnerên hikûmetê têkildarî parlamenterên me yên girtî, sûcdariyê li me dikin. Eger 17-25'ê Kanûnê bînin bîra xwe, bê bibînin bê kî ji dadgeriyê direve. Piştî civîna dawî ya koma me, 2 parlamenterên me hatin girtin, 3 hevalên me jî hatin binçavkirin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) eşkere ye. Eger hûn qebûl dikin ku ev yek bêhiqûqî û helwesteke kêfî ye, eger hûn ji dil dibêjin, ev yek lîstika serokwezîrê beriya niha ye, wê demê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bînin. Dadgeha Destûra Bingehîn beriya niha têkildarî parlamenterên girtî de biryar dabû, ku nabe parlamenter bi rengekî girtî were darizandin. Eger ev biryar hê derbasdar e, ji xwe em jesteke taybet naxwazin. Hukmê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li ser her kesî heye. Em ji darizandinê narevin. Bi girtina me re hûn ê nikaribin me ji nirxên em jê bawer dikin vegirin. Bes vê rewşê bikin bazara siyaseta dîlgirtinê."
'XELATA JI BO KUJERÊ SARISULUK'
Bîlgen di dewama axaftina xwe de diyar kir, kuştina Sefîrê Bilind ê Rûsyayê, ferz kiriye ku polîtîkayên 'ewlekariyê' yên Tirkiyeyê ji binî ve werin nîqaşkirin.
Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî cezayê 10 hezar 100 TL da, ku li polîsê kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn û got, "Careke din nîşan da, bê bi çi rengî mafê helwesteke kêfî dide polîsan. Hûn çiqasî dixwazin bêjin 'dadgerî serbixwe ye û ya pêwîst tê kirin'.
MUJGAN EKÎN
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li rewşa Mujgan Ekîn pirsî û têkildarî Ekîn ku bi rojan e agahî jê nayê girtin got, "Têkildarî Mujgan Ekîn malbat gelekî hewl dide. Hema bêjin, malbat wezîfeya dewletê jî bi cih tîne û gelek wêneyên zelal derxist holê. Mujgan ji metroyê derdikeve û tê şopandin. Ajokarên taksiyê wesayîtan nîşan didin, dîmenên kamera jî bi zelalî wesayîtan nîşan didin. Yên wê dişopînin, bi çar wesayîtan pêşî li wê digirin û Mujgan bi xwe re dibin."