Molotofkokteylî avêtin market û otobusa li semta Okmeydani ya Stenbolê û şewitandin.
Komek ya ciwanên rûpûş li ser rêya Darulaceze ya Okmeydaniyê slogan avêtin û rê li trafîkê girtin. Koma ku otobusa gel rawestandin û xelkê tê de anîn xwar, otobus dan ber molotofan û şewitandin. Koma ku camên rawestgeha otobusan şikandin, piştre molotof avêtin marketa BÎM ya li ser rêya Piyalepaşa.