AYM’ê tecrîda li Îmraliyê ‘li gorî hiqûqê’ dît

Ji AYM’ê ya ku parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî biryara disiplînê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din a serî lê da, diyar kir ku ‘li gorî hiqûqê’ ye.

Parêzerên Buroya Sedsalê, di meha Kanûnê ya 2020’an de ji bo muwekîlê xwe Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê dimîne serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê dabûn û xwestin ku biryara dîsplînê ya li ser muwekîlê wan bê rakirin. Destpêkê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û piştre jî Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê daxwaza parêzeran red kiribûn.

Parêzeran ji bo muwekîlê wan ên li heman girtîgehê diman Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di meha Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û daxwaz kiribûn ku serdana malbatan ji bo wan pêk bê. Lê piştre serlêdanan ji bo her du girtiyan jî hatibûn redkirin. Parêzeran, bi hinceta ku biryarên li dijî muwekîlê xwe Konar, Aktaş û Yildirim li dijî hiqûqê ne serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.

AYM’ê di 23’ê Nîsanê de serlêdana parêzeran nirxandiye û ji bo her sê serlênan jî biryara “nayên qebûlkirin” da. AYM’ê biryar da ku li holê ti neheqî tuneye û bî vî awayî xwe negihandina biryara derbarê muwekîlên parêzera jî guncav dît.