Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

AKP û dewleta Tirk li Uppsalayê hatin protestokirin

AKP û dewleta Tirk li Uppsalayê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Uppsalayê dijîn daketin qadan û piştgirî dan daxwazên girtiyan û helwesta hukûmeta AKPê û dewleta Tirk a li hemberî girtiyan bi tundî şermezar kirin.

Roja şemiyê, saet di 14.00 de Kurdistanî li Qada Vaksalayê hatin cem hev û dirûşima “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehinime”, “Qatil Erdogan, Bijî Ocalan” qêriyan û dowîzên ku daxwazên girityan li ser hatibûn nivîsandin hilgirtin û heta qada Stora Torgetê meşiyan.

Derdora 300 Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û mitînga kurdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di daxuyaniyên hatin dayin de hate diyarkirin ku daxwazên girtiyên Kurd, daxwazên Kurdên li Ewropayê ne jî û bang li hukûmeta Swêdê kirin ku bikevin nava hewldanna.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKKê hatin hilgirtin. Parlementera Partiya Keskan a Hawirdorê Helena Learnder axaftinek kir û diyar kir ku ew piştgirî didin wê yekê ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane bên çareserkirin û ji bo vê yekê bang li AKPê kir.

Kurdistaniyan bi dirûşimên “Bijî Serok Apo, Bijî Kurdistan” dawî li çalakiya xwe anîn.