AKP mijûl dike, divê çalakî zêde bibin

AKP mijûl dike, divê çalakî zêde bibin

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd kete roja 63’yemîn. Weke li gelek girtîgehan, li Girtîgeha Kandirayê jî gumana ji rewşa tenduristiya girtiyan zêde dibe. Girtiyan dan zanîn ku hukûmeta AKP’ê polîtîkayên mijûlkirinê dimeşîne û xwest çalakiyên piştgiriyê bêne zêdekirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a girtiyên Kurd ya ji 12’ê îlonê ve bi daxwazên sererastkirina şer û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, perwerde û parastina bi zimanê zikmakî hatibû destpêkirin, di roja 63yemîn de berdewam dike.

PIRSGIRÊKÊN DÎTIN Û MEŞÊ ZÊDE DIDIM

Hin girtiyên ku di koma yekem de dest bi greva birçîbûnê de ne, di Girtîgeha Tîpa F ya Kandira 2 de ne. Ango ev 63 roj in di greva birçîbûnê de ne. Hin ji girtiyan di warê dîtin, axaftin û guhdarkirinê de zoriyan dikişînin, hinek jî xwe bi dîwaran digirin û dimeşin. Girtiyên di aliyê fîzîkî de rewşa wan krîtîk ebi taybet ji ronahiyê nerehet dibin. Gava tiştek dibihîsin, piştî kêliyek derbas dibe bersiv didin. Du girtiyan bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anîn. Gotin ku pirsgirêkên wan ên xewê hene û da zanîn ku ew dixwazin ji şevê heta sibê stranan bêjin, lê di dengê wan de jî guhertine çêbûye.

Bijîşkên ku diçin mûaneya rojane ya girtiyan pirsên wek “îro çi roj e?”, “Rojbûna we kengî ye?” dipirsin û bîra girtiyan kontrol dikin. Hin ji girtiyan bersiva “Bîra li cihê xwe ye” didin bijîşkan.

'AKP MIJÛL DIKE, DIVÊ ÇALAKÎ BÊN ZÊDEKIRIN...'

Girtiyên Kurd biryardariya xwe ya ji bo çalakiya xwe berdewam dikin û ji ber ku tenê pirsgirêkên wan ên tenduristiyê tên rojevê nerazîbûn nîşanî vê yek dan. Girtî ji daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û rayedarên din ên hukûmeta AKP’ê nerazîn e. Her çendî bi çalakiyên gel ên li kolanan dilxweş bin jî lê dixwazin ev çalakî bêne zêdekirin. Hin girtî dibêjin “Divê Amed bibe Qada Tahrîrê”. Girtî dibêjin: "Em nikarin neheqiyê bikin; çalakiyên gel û nerazîbûnên wan pir girîng in û me dilxweş dikin, lê ji bo bigihin encamê divê bêne xurttirkirin û bibandorkirin" û polîtîkayçên hukûmeta Tirk jî weke “taktîka ewiqandinê” bi nav dikin.

'DIVÊ MÎNA DAYIKÊN KURD BIN'

Girtiyan dan zanîn ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn û pêngavên şênber neyên avêtin ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin û diyar kirin ku ew bi rêya çapemeniyê dayikên Kurd dişopînin û ji yên li derve dibêjin: “Ger hûn nikarin tiştek din bikin weke dayikên Kurd tevbigerin.”