Şahin Tumuklu: Divê têkoşîna rewa li kolanan bê birêvebirin

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu destnîşan kir ku divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna rewa û fîlî li kolalan bê birêvebirin û got: “Em Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ji bo rexnedayîna vê pêvajoyê, divê bi aliyên herî biryardar re bên gel hev.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu, li ser doza girtina HDP’ê, polîtîkayên zextê yên li ser aliyên şoreşgerên demokratîk ên desthilatê û rêyên têkoşîna li dijî rejîma faşîst ji ANF’ê re nixand.

Tumuklu anî ziman ku faşîzim li her alî xitimiye û diyar kir ku divê daxwazên hemû berxwedêran bibe yek.

Tumuklu bal kişand ser girtina HDP’ê û got: “Doza girtina li ser HDP’ê ne hiqûqî ye; polîtîkayên êrîşkar ên faşîst armanca wê ew e ku pêşiya eniya têkoşînê ya demokratîk girtin, astengkirina têkoşîna demokratîk a kedkar û bindestan e.”

Tumuklu li ser 10 fezlekeyên ku 2 jê HDP’î 8 CHP’ê ku şandin Meclîsê jî axivî û anî ziman ku bi gotina civakê tê gotin ku rejîma faşîzim xwe bilind dike. Tumuklu destnîşan kir ku amadekirian fezlekeyên li ser CHP’ê û dîsa serokê wê têkilî bi rastiya rejîmekê re heye. Tumuklu bibîr xist ku ev yek jî dide nîşandan ku li dijî rejîmeke faşîst a nikare bêbirêvebirin, rewşeke ya girseyîbûyînê ya bilez derdikeve holê ye. Tumuklu got: “Ji her alî ve krîza rejîma faşîst kûr bûye, gihaye wê astê ku nikare xwe ji her alî ve bi rêve bibe, bi xwezayî êrîşî her kesî dike.”

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu têkildarî netevgerbûneke yekpar a li dijî faşîzmê jî got: “Yek ji sedemên esasî ew e ku demek dirêj e dînamîkên têkoşînê polîtîkayeke baş li gorî rol û berpirsyariyên xwe pêk naîne. Di vê wateyê de em renxeyê li xwe jî digirin.”

Tumuklu bal kişand ser têkoşîneke hevpar a li dijî rejîma faşîst û wiha domand: “Em weke Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bi erkekî pir taybet re rû bi rû ne. Di encamê de ti pêkhate nikare bi serê xwe bibe bersiv. Em Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ji bo pêvajoyê bibin bersiv û rexnedayîna vê pêvajoyê, divê bi aliyên herî biryardar re bên gel hev.

Dema ku îro têkoşîn bû yek, di serî de li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan, ji bipêkirinên mafan ên li girtigihan bigire heta vekişîna ji Peymana Stenbolê hemû ji heman nûqteyê derketin. Têkoşînê di asta herî jor de bi biryardarî û rewa li kolanan bê kirin, tê bidestxistin.”