Însiyatîfa Zarokên Êgir depoyeke polîsên Tirk şewitand

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku depoyeke kîmyewî ya Midûriyeta Emniyetê ya Fatîh Kûmkapi ya Stenbolê dane ber agir.

Însiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku 20'ê Nîsanê depoyeke kîmyewî ya Midûriyeta Emniyetê ya Fatîh Kûmkapiyê dane ber agir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bersiva me ya li Erdogan û Suleyman Soylû ku bi kujerên xwe êrişî Kurdan dikin û koletiyê ferz dikin, şewitandina depoya kîmyewî ya Kûmkapi ya Emniyeta Fatîhê ye."

Însiyatîfê diyar kir ku AKP û MHP 'partiyên terorê' ne û wiha dewam kir, "Kiryar û polîtîkayên wan ên li dijî gelê Kurd teror e, destên endamên wan hemûyan di xwîna Kurdan de heye."

Însiyatîfê ragihand ku wê tola Cizîr, Sûr, Efrîn û Nisêbînê hilînin.