Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 depo û 3 wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li pênc bajaran 2 depo û 3 wesayitên AKP-MHP'iyan şewitandine.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Êgir de hate gotin, "Li Sakarya, Mersîn, Osmaniye, Kocaelî û Stenbolê 2 depoyên malzemeyan û 3 wesayitên AKP-MHP'iyan hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê êrişî Kurdan dikin û mafê jiyanê nadin Kurdan, em ê li her cihî di her kêliyê de hesab ji wan bipirsin."

Li gorî însiyatîfê 13'ê Nîsanê li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê otobuseke kesekî MHP'î, heman rojê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê depoyeke madeyên kîmyewî yên madenê ya AKP'î, 14'ê Nîsanê li Sîlîfke ya Mersînê qemyoneke kesekî MHP'î, 15'ê Nîsanê li navçeya Erenler a Sakaryayê depoyeke malzemeyên îzolasyonê ya AKP'iyan û 16'ê Nîsanê jî li Çekmekoy a Stenbolê wesayita faşîstekî hate şewitandin.