Îdîa: Hêzên alîgirên Îranê çûne Şehbayê, cihê ku Rûsan berdabûn

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, piştî ku yekîneyên leşkerî yên Rûs ji Şehbayê vekişiyane hêzên alîgirên Îranê li şûna wan bi cih bûne.

Li gorî Mala Çavdêr ku ji kanên bakurê Helebê standiye konvoya leşkerî ya alîgirên Îranê berê sibehê çûne Şehbayê ya li bakurê Helebê.

Hate ragihandin di konvoya leşkerî de çekên giran û malzemeyên lojîstîk hebûne.

Li gorî eynî kanê hêzên bi ser Îranê ve ji bo ku bajarokên Nubul û Zehrayê ku Şiî lê dijîn biparêzin derbasî Şehbayê bûne.

Sêşemê hatibû ragihandin hêzên Rûs ji baregehên Til Rifetê û Keştearê vekişiyane.