Çepnî: Em banga dilsozbûnê li dijberên AKP’ê dikin

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî bang li partiyên mûxalefetê kir û got “Heke hûn dixwazin ji AKP’ê rizgar bibin û divê mirov li dijî kirinên wan jî be. Em banga dilsozbûnê li hemû dijberên AKP’ê dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî derbarê fezlekeyên li ser 20 parlementerên ku ew jî tê de ye, ji ANF’ê re axivî. Çepnî diyar kir ku piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê derbarê parlementeran bi sedan fezleke hatine amadekirin û got “Em HDP em jiyana nû pênase dikin.”

Çepnî ji ber ku ne dilsoz e CHP rexne kir û di têkoşîna li dijî AKP’ê de banga dilsozbûnê kir. Çepnî diyar kir ku wê êrîş berfirehtir bin û bal kişand ser vî tiştî ku wê mesele ne bi tenê girtina partiyên siyasî be.

HDP’Ê SIYASETA DEWLETÊ HEJAND

Çepnî fezlekeyên derbarê parlementeran de wekî dûmahîka êrîşên piştî 24’ê Hezîranê nirxand û got “Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de me bersiveke xurt dabû bloka qesrê. Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de bloka desthilatdariyê û bi giştî siyaseta dewletê hejandibû. Bi parlementerên ketin meclîsê û enerjiya siyasî ya di dema hilbijartinê re, em bûn kabûsa siyaseta dewletê. Ji ber vê jî dûre li ser HDP û parlementerên wê stratejiyek hate kirin. Destgîrkirin, girtin, operasyon, polîtîkayên li ser şaredariyên me û li ser parlementeran zext hate kirin. Piştî hilbijartinê bi sedan fezleke hatibûn. Di du mehên dawîn de derbarê CHP jî fezleke hatin amadekirin, bi doza girtina partiya me û doza Kobanê re careke din bû rojev.

Em HDP li ser vê axê demokrasiyê, wekheviya gelan, edalet û azadiyê dixwazin û jiyaneke nû pêşkêş dikin. Em vî tiştî ne bi tenê ji bo hilbijêrên HDP’ê yan jî ji bo gelê Kurd naxwazin. Heke li ser vê axê wê demokrasî pêk were, divê ji bo Tirk, Elewî û hemû tevgerên civakî be. Nabe ku ji bo hinekan demokrasî be û ji bo hinekan faşîzm be. Me slogana ji bo hemû kesan demokrasî, ji bo hemû kesan edalet ji serî ve ragihand.”

MÛXALEFET QELS E

Çepnî diyar kir ku derbarê parlementerên CHP’ê jî fezleke tên amadekirin û got “Meseleya qeyyûm ya herî balkêş bû. Dewletê krîmînalîze kir, komplo afirand û bi derewên gelekî mezin îddîaname amade kir. Piştre derket holê ku tu eleqeya şaredariyên me bi van sûcdariyan tune. Me diyar dikir ku qeyyûm ne bi tenê li dijî HDP an jî gelê Kurd e, ev teşeyekî rêvebirinê û ji bo civaka Tirkiyeyê rîskeke mezin e. Li gorî beşeke mûxalefetê digotin heke em îro bêdeng bin wê sibê ev tişt biguhere. Lê derket holê ku ne wisa ye. Mûxalefet îro tiştên cihê dibêje lê têr nake. Pirsa ‘128 milyar dolar li ku ye’ pirseke mafdar e. Me berê jî pirsîbû, vî pereyî li Sûriyeyê didin çeteyên li dijî gelê Kurd. Me pirsî gelo meaşê van kesan ji ku tê dayîn. Heta ku polîtîkaya CHP’ê ya li ser Sûriyeyê neyê nîqaşkirin nabe ku bipirsin 128 milyar li ku ye.”

WÊ ÊRÎŞ BERFIREHTIR BIBIN

Çepnî diyar kir ku fezleke parçeyekî êrîşan e û got “Heke em li axaftinên Erdogan binihêrin, em ê bibînin ku êrîşên berfirehtir hene. Li Tirkiyeyê fikreke wisa ye ji bo rejîmek wekî faşîst were diyarkirin divê odeyên gazê werin sazkirin. Vekirina partiyan wekî hêviyeke siyaseta demokratîk tê dîtin. Lê li ser vê axê gelê Kurd 50 sal in dixwaze îspat bike ku ew Kurd û heqên wan hene. Li ser vê axê ji ber ku Kurd in 17 hezar kes hatin kuştin û kujerên wan ne diyar e, 4 hezar gund hatine şewitandin û bi deh hezaran kes ji ber ku Kurd in hatine girtin. Li ser axê asta zilmê gelekî bilind e.”

EM BANGA DILSOZBÛNÊ DIKIN

Çepnî felsefeya avakirina HDP’ê bi bîr xist û banga dilsozbûnê kir. Çepnî got “Em rêxistineke têkoşînê ne. Em partiya edalet û azadiya ji bo gel, karker, kedkar, jin, ciwananan e. Em dahatûya xwe di nav vê têkoşînê de dibînin. Tifaqa demokrasiyê ya ku em qal dikin jî ev e. Em vî tiştî ji mûxalefeta li dijî AKP’ê re dibêjin, heke hûn polîtîkaya AKP’ê ya Sûriyeyê û Lîbyayê qebûl bikin û bibêjin 128 milyar dolar li ku ye, ev nabe mûxalefet. Em banga dilsozbûnê dikin. Heke hûn dixwazin ji AKP’ê rizgar bibin, divê hûn li dijî kirinên wan jî bin. Em banga dilsozbûnê li hemû dijberên AKP’ê dikin.”