Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdan bi hinceta "keştî xirabûyî ye" hate redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê bi hinceta "Keştî xirabûyî ye" serlêdana parêzeran ya 134'emîn jî hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (477 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirabûyî ye", "Rewşa heway", "Kêştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin