34’mîn salvegera avabûna PKK’ê li bajarê Kassel yê Almanyayê bi şahiyek ya şevê hate pîroz kirin. Şeva ku li Elgershausenê hate kirin zêdetirî 500 kesan tevlîbûn. Pîrozbahiya ku destpêkê deqîqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpêkir, Hozan Peşan derket ser dikê. Piştre jî Xemgîn Bîrhat ser dikê û bistranên xwe gel coşand.
Li vir siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz axaftine kir û da diyarkirin ku, sala 34’mîn birûmet li pişt xwe hiştin. Cansiz aşkera kir ku, di serî de ew roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bitaybet dayîkên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane pîroz dikim. Cansiz got; “Di vî şerî de xwîk/bira, dayîk û bavên gelek kesan şehîd ketin.” Cansiz destnîşan kir ku, ji ber vê sedemê ev roj roja her kesê ye.
Cansiz diyarkir ku, erkek mezin dikeve ser mile ciwanên Kurd yên li Ewropayê mezin bûne û pêwîste ciwan xwedî li tekoşînê derbikevin. Cansiz balkişan ser çalakiyên birçîbûnê yên li zindanên Tirk ku ji 12’ê Îlonê ve destpêkiribûn û bi banga Ocalan duh bi dawî hatin û wiha axivî: “Ez vê berxwedana birûmet silav dikim.” Piştî Cansiz Serokê Meclîsa Kasselê Îbrahîm Karaboga jî axaftinek kir. Karaboga balkişand ser girîngî û wateya rojê. Piştî axaftinan sînevîzyoneka dîroka PKK’ê hate nîşandan.
Hunermendên herêmî û Eylem derketine ser dikê, her wiha piştre Kawa jî derket ser dikê. Hunermendan gel bi stranên xwe coşand.