Du girtiyên Kurd Giyasettîn Yalçin û Saît Kaya yên ku ji 9ê cotmehê ve di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, li hemberî zextên girtîgehê ji 8ê mijdarê ve greva xwe ya birçîbûnê veguherandibûn rojiya mirinê, ji ber banga sazî û rêxistinên sivîl careke çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê.
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ji 12ê cotmehê ve dabû destpêkirin kete roja 66emîn. Girtiyên bi navê Giyasettîn Yalçin û Saît Kaya yên ku ji 9ê cotmehê ve di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrsînê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, li hemberî zextên girtîgehê ji 8ê mijdarê ve greva xwe ya birçîbûnê veguherandibûn rojiya mirinê, ji ber banga sazî û rêxistinên sivîl careke çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê.
Serokê ÎHD’ya Mêrsînê Temîn Selmanoglû ji ANFê re axivî û diyar kir parêzeran duh bi her du girtiyên navborî re hevdîtin pêk anîne û girityan li ser daxwaza saziyên sivîl çalakiya xwe ya rojiya mirinê, veguherandine greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger.