Li Êlih, Riha, Mêrdîn, Çewlîk, Enqere, Agirî, Mûş, Colemêrg, Qers, Erzirom, Bedlîs, Îzmîr, Antalya, Aydin û Mersîn û gelek navçeyan bêdengiya AKP'ê bi meş û daxuyaniyan hate şermezarkirin.
Çalakiya birçîbûnê ha ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve 12'ê îlonê ji bo şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ewlehî, tenduristî û azadî pêk bên û astengiyên li pêşiya zimanê zikmakê bên rakirin hate destpêkirin û di roja 61'emîn de berdewam dike. Ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin li gelek bajar û navçeyan her roj çalakî tên lidarxistin.
Li Êlih, Riha, Mêrdîn, Çewlîk, Enqere, Agirî, Mûş, Colemêrg, Qers, Erzirom, Bedlîs, Îzmîr, Antalya, Aydin û Mersîn û gelek navçeyan jî bi heman armancê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de sloganên "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qêrîn û gelek pankartên têkildarî mijdarê jî hatin hilgirtin.
Li Êlihê meşa Rêxistina BDP'ê ya ber bi Girtîgeha Tîpa M ya Êlih ve hatiba lidarxistin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê çalakiya rûniştê pêk hat û daxuyanî hate dayîn. Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heke li girtîgehan kesek jiyana xwe ji dest bide berpirsyarê vê yekê hikumet û Erdogane.
Li Çewlîkê jî Rêxistina BDP'ê bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa M ya Çewlîkê daxuyanî da çapemeniyê. Li Enqere jî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB û Hêzên Demokratîk û Kedê yên Enqere jî ji Qada Kolejê hate Kolana Ziya Gokalp meşekê li dar xistin û daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li Tirkiyeyê li dijî muxalefetê pêkanînên dijmirovahî pêk tê.
Li Agiriyê ji bi heman armancê saziyan civîna çapemeniyê li dar xist. Li Mûşê jî bi heman armancê meş pêk hat û pişt re daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Li navçeyên Milazgir û Gimgim jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn. Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê meş, Şaxa Egitim Sen'ê ya Qersê daxuyaniya nivîskî, Xwendekarên Zanîngeha Ataturkê yên Erzirom çalakiya birçîbûnê ya 3 rojan, Rêxitina BDP'ê ya Bedlîsê meş, Rêxistinên BDP'ê yên Îzmîr, Manîsa, Balikesîr daxuyanî da çapemeniyê, Platforma Demokrasî û Kedê yên Antalayayê jî daxuyanî û çalakiya rûniştinê, Rêxitina BDP'ê ya Ortaklar a Adyinê jî meş, Li Mêrsînê daxuyanî û Mêrdînê meş bi heman armancê hatin lidarxistin.