Siyasetmedarên jin çûn serdana malbata Şenyaşar
Jinên endamên HDP, HDK û Partiya Şoreşger çûn serdana malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne.
Jinên endamên HDP, HDK û Partiya Şoreşger çûn serdana malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne.
Heyeta jinan a ku Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Huda Kaya, Dilşat Canbaza Kaya, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn û Dayikên Aştiyê di nav de bûn, çûn serdana malbata Şenyaşar a ku 42 roj in li ber Dadgeha Rihayê li ber xwe didin.
Heyeta jinan li malbata Şenyaşar guhdar kirin û diyar kirin ji bo daxwaza malbata pêk were wê têbikoşin.