Meşvanên Azadiyê: Divê em demildest tecrîdê bişkînin

Şaxa Wanê ya 'Meşa Mezin a Azadiyê' li Dêrikê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Meşvanên Azadiyê peyama, "Divê em demildest tecrîdê bişkînin" dan.

Şaxa Wanê ya 'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li Mêrdînê meşa xwe didomîne. Piştî bernameya li Qoserê bi dawî bû meşvan ber bi navçeya Dêrikê ve bi rê ketin. Meşvanên Azadiyê li Ektîren Petrolê ya Dêrîkê bi coş hatin pêşwazîkirin û heta Qada Dêrikê meşiyan. Meşa Azadiyê û şandeya pê re ku bi def û tîlîliyan hatin pêşwazîkirin, di tevahiya meşê de bênavber dirûşmên "Bîjî Serok Apo" û "Bîjî berxwedana zindanan" berz kirin.

Di meşa ku jinan û zarokan cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn û ji 7 salî heta 70 salî bi dehan kes meşvanan pêşwazî kirin. Di meşê rêwiyan û esnafan li ber kargehên xwe meşvan silav kirin.

Piştre jî meşvan gihiştin Qada Dêrikê û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varl ev tişt anî ziman: "Di roja 10'emîn a meşê de me ji Wan, Serhad û Botanê silav ji we re anîn. Bi sedsalan e polîtîkayên zextê li ser Kurdan tê meşandin. Divê azadî û aştî were Tirkiye û Kurdistanê. Dengê vê aştî û azadiyê birêz Ocalan e. Dawî li vê tecrîdê bînin, dawî li vê zilmê bînin. Gel ji bo vê diqîre. Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye. Tenê Birêz Ocalan dikare ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê wekhevî û azadiyê bîne."
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê Lokman Emen jî got, “Zêdeyî sedsal in li Kurdistanê polîtîkayên zextê tên meşandin. Israra di polîtîkaya şer de, hiqûq û perwerdeyê jî di nav de, di hemû sazî û qadan de dibe sedema hilweşînê. Daxwazên azadiyê yên ji bo Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî divê di çarçoveya mafê aştiyê û biryarên DMME’yê de bên nirxandin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Nobeta Edaletê ya Dayikên Aştiyê û greva birçîbûnê ya girtîgrhan derkevin.”

Namzetên Hevşaredarên Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî gel silav kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrikê Selahattîn Îzcî jî wiha axivî: “Abdullah Ocalan paradîgmaya jiyana mirovahî afirand. Ji ber vê jî tecrîda li ser wî heye. Divê demildest tecrîd bê şikandin û fikrên Rêbertî ji raya giştî re bê ragihandin. Heta Rêbertiyê azad bikin em ê van çalakiyan bidomînin.”

Meşvanên Azadiyê piştre derbasî avahiya DEM Partiyê bûn. Meşvanên Azadiyê wê îro li Dêrikê bimînin û sibe biçin navçeyên Serêkaniyê û Wêranşêr ên Rihayê.