Meşvanên Azadiyê: Tiştekî ku em bi gelê xwe re nikaribin bikin tuneye

Meşvanên Azadiyê yên ku xwe gihandin navçeya Hezo ya Êlihê gotin, "Heta ku gelê me bi me re be, tişta ku em nikaribin bikin tuneye.”

Meşa Mezin a Azadiyê ya şaxa Qersê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, piştî Farqîna Amedê gihişt navçeya Hezo ya Êlihê.

Meşa Azadiyê li ser Pira Malabadî ya ku di rêya Hezoyê re derbas bûn,. Meşvanên Azadiyê Mala Eliyê Ûnis ku di sala 1925'an de di dema serhildana Şêx Saît de hat qetilkirin û keça wî Rindêxan a ku ji bo neke dest xwe ji pirê avêtibû û jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn.
‘LI HER DERÊ KURDISTANÊ ÇÎROKÊN BERXWEDANÊ YE'

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal diyar kir ku li her derê Kurdistanê çîrokên berxwedanê heye.

Newroz Uysal têkildarî berxwedana Mala Elîyê Ûnis û çîroka Rindêxanê agahî da û got, “Rindêxan qîrîna çiyayên Kurdistanê ye. Berfîna ku li Çiyayê Mereto şîn dibe, zivistanê dipişkive ye. Rindêxan deng û bêhna gelî û çemê Sasonê ye. Bavê Rindêxan, Mihemed,mirê Mala Elîyê Ûnis bû. “ Newroz Uysal amaje bi dîroka 200 salî ya berxwedana Mala Elîyê Ûnis a li dijî Osmaniyan kir û beriya ku xwe ji pirê bavêje gotinên Rindêxan dubare kir: “Ez Rindêxan im! Keça Rindîxan! Ez ne bûka neyar û xayînan im. Ez Rindêxan şervana Kurdistan im.”

Piştre meşvan derbasî bajaroka Kaniya Hênê ya navçeya Hezo ya Êlihê bûn û li vir bi kulîlk û dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” hatin pêşwazîkirin. Meşvan û gel li avahiya navçeya DEM Partiyê hatin cem hev. Di civînê de Parlamenterê Partiya DEM’ê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku meşa wan 10 roj in didome û got:

“Salvegera 100’emîn a Lozanê li paş me ye. Em êdî naxwazin di sedsaliya Tirkiyeyê de bi pîvanên koletiyê bijîn. Em dixwazin yekîtiya me bibe tifaqa me. Em dixwazin bibin xwedî nav û helwest. Em daxwaza mafên her mirovî dikin. Lê rastiyek heye. Her miletek xwedî serokek e, serokê me jî heye. Birêz Ocalan rêberê gelê Kurd e. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Divê rojek beriya rojekê azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Pirsgirêka Kurd bêyî guhdarkirina serok çareser nabe. Divê malbat û parêzer demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Divê Birêz Ocalan di nav gelê xwe de be. Em vê yekê li her derê dibêjin. Ger gelê me bi me re be, tiştekî ku em nekiribin bikin tune ye. Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd di destê birêz Ocalan de ye. Daxwazên me daxwazên rewa ne."
Di meşa ku didome de bi sedan meşvan di ketina navçeya Hezoyê de hatin pêşwazîkirin û bi gel re govend gerandin.

Di dema ku ciwanan bi dirûşman meşvan pêşwazî kirin, pankartên "Yên ku dilê wan bi agir û kelecana serketinê dişewite ancax bi me re bimeşin", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û “Gelê Hezoyê meşa azadiyê silav dike" hatin vekirin. Li navçeyê bi sedan welatî bi qîrîberzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Îmraliyê”, "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Gel li kuçe û kolanên ku tê re derbas bûn bi çepik û dirûşman meşvan pêşwazî kirin.
Ji meşvanên azadiyê Sabahat Saritaş Erdogan piştî meşê li Qada Ûçyolê xîtabî gel kir û got, “Her ku cihên ku em têde diçûn bi coşeke wiha em dihatin pêşwazîkirin. Em dibêjin 'me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin'. Em dixwazin xeyalên gelê xwe pêk bînin. Heta ku ev tecrîda dijmirovahî bê şikandin em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Hêza gelê me li pişt me ye. Em ji bo aştî û wekheviyê dimeşin. Em li dijî şerê qirêj û polîtîkayên şerê taybet dimeşin. Ev sed sal in li dijî gelê me şerekî qirêj tê meşandin. Her kes dizane ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Ev meşa heta ku bigihêje armanca xwe wê bidome. Pêwîste gelê xwe, îrade û rêbertiya wî biparêze. Em ji vir careke din em Ocalan silav dikin. Ji salên 90’î û vir ve tiştekî ku wan gelê Kurd bi ser nexistiye. Ji bo dawî li vê zilmê bê em dimeşin. Gelê me wê li dijî vê zilmê li ber xwe bide.”

Meşa azadiyê piştre bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" heta avahiya navçeya DEM partiyêê meşiyan. Di civîna li vir de beşên ji parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin.