Kobaniyan 4 şervanên azadiyê oxir kirin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên hêzên Asayîşê û YPG`ê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ji bo cenazeyên têkoşer Îbrahîm Ehmed, Îbrahîm Alî û Nebo Şêx Bekir ku li gundê Sêgul ê girêdayî gundewarên Reqayê jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG`ê Mihemed Hisên (Raman) ê li gundê Kerde yê girêdayî bajarokê Sirînê jiyana xwe ji dest da wergirin kom bûn û ber bi Goristan Şehîd Dicle ve ketin rê.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, heyetek ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku fermandar Ednan Ebû Emced jî di nav de bû, fermandarê Şems El-Şîmal Mihemed Ebû Adil û endamên saziyên civaka sivîl ên Kobanê di merasîmê de amade bûn.

Şervanên Erka xweparastinê  merasîmeke leşkerî li dar xistin. Destpêkê Rêveberê Hêzên Asayîşê Salih Kobanê axivî û got: “Em bi navê hêzên Asayîşê sersaxî ji malbatên têkoşeran re dixwazin. Parastina gel, ji hemû hêzên leşkerî û ji hemû pêkhateyan tê xwestin.”

Cîgira Seroka Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê Zozan Mihemed jî di merasîmê de axivî û hemû têkoşerên azadiyê bibîranîn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameya her 4 têkoşeran xwend. Cenazeyê têkoşer Îbrahîm Ehmed şandin bajarokê wî Sirînê û cenazeyên her 3 têkoşerên din li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.