QSD: 2 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li derdora Bendava Tişrînê û gundên Minbicê di bersiva şervanên wan de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, hin çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê li derdora Bendava Tişrînê û gundên bajarê Minbicê weşand.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

"Di çalakiyekê de ku hêzên me li gundewarên bakurê bendava Tişrînê li dijî du kombûnên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xist, 2 çete hatin kuştin. Her wiha di encama rêzeçalakiyên hêzên me yên li herêma girê Qereqozaqê û derdora wê de hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bûn û çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

Firokeyên dewleta Tirk a dagirker mezra Ehmed Munir a li rojavayê bajarê Kobanê û gundên Xeseq, El Tîna, Dîkan, Cadaa, bajarok û balafirgeha Sirînê yên li başûrê Kobanî, bombebaran kirin û ziyaneke mezin li zevî û milkên şêniyan bû.

Li derdora bajarê Dêr Hafirê jî balafirên bêmirov çepereke hêzên me bombebaran kir û di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker hewl da 2 balafirên xwekuj li çepereke hêzên me ya li gundewarên bakurê bendava Tişrînê biteqîne lê şervanên me li an balafiran xistin û ew anîn xwarê.

Li gel êrişên asmanî, dewleta Tirk a dagirker gundên li başûrê Kobanê, bajarokê Sirînê û gundên başûrê Minbicê û gundewarên bakurê bendava Tişrînê, bi qasî 200 topên giran û tankan topbaran kirin, di encamê de ziyanên madî li milk û malên şêniyan bûn."