PDK hate şermezarkirin: Cenazeyan bide!

Partiya Dahatuyê ya Suriyê li dijî hikûmeta Başûr helwest nîşan da û got, ''Malbat cenazeyan dixwazin''. Di çalakiyê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê berê xwe da dergehê Sêmalka û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re şermezar kir.

Di roja 22`yan a çalakiyê de, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên partiyê rakirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Endamên partiyê li qada dergehê Sêmalka rawestiyan, piştre berê xwe dan deriyê têketina dergehê Fîş Xabûr û li wir daxuyaniyek dan raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mûaz Ebdulkerîm û endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li kantona Qamişlo Înas El-Şihûdî ve bi zimanên erebî û Kurdî hat xwendin û tê de wiha hate gotin:

“Têkoşîna gelê Kurd ji beriya bi dehan salan ve li djiî zilm û zordariyê dewam dike. Dewleta Tirk êrişên xwe yên dijminahiyê û dagirkeriyê yên bi armanca berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe, kêliyekî jî ranewstandin.

Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di wan êrişan de teknolojiya leşkerî ya herî pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne da ku pêş ve biçe, lê dîsa jî têk diçe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dijmin bê hevkariya hin hêzan ku rêya êrişan jê re vedikin, nikare êriş bike, ji ber wê PDK`ê gelek planên dagirkirinê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk anîn û di êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla de bû piştvanê sereke. Her wiha hat destnîşankirin ku PDK`ê ne tenê koordîne kir lê belê hêzên wê bi awayekî yekser tev li êrişên li dijî gerîla bûn û kemîn li pêşiya wan danîn.

Di daxuyaniyê de bal li ser daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê hate kişandin û hate gotin: “Hêzên PDK`ê di 28-29`ê Tebaxê de kemînek li pêşiya komeke gerîla ya 7 şervanan danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn.

PDK`ê cenazeyên gerîlayan li cem xwe girtine, ji ber wê dayîkên şehîdan li pêşiya dergehê Sêmalka çalakiyê dikin û cenazeyên şehîdên xwe dixwazin.”

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniyê de bang li PDK`ê kir ku li şûna ku êrişan li dijî gelê xwe dike, piştgiriya wan bike û xwedî helwesteke nîştimanî ya kurdî be û dev ji hevkariya bi dagirkeran re berde.