BI DÎMEN

Li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê 210 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava 3 rojên dawî de li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê 210 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 39 wesayitên leşkerî û tank hatin rûxandin, 5 balafirên bêmirov hatin xistin. Di şer de 8 şervan şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê têkbirina êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişên komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê berxwedaneke lehengane raber kir. Hêzan piştî 3 rojan ji êrişên dijwar, ew êriş têk birin, hişt çete neçar bibin birevin û zirarên mezin gihandin wan.

Ruxmî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye û di demekê de ku girîngiya nîştimanî balê dikişîne ser ketina rejîma Baasê, çeteyên dewleta Tirka dagirker bi dehan caran û bi çekên giran û bi piştevaniya hewayî ya bi zêdetirî 20 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên ji cureya Akinci êrişî pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê ya li başûrê rojhilatê Minbicê kir. Di navbera hêzên me û çeteyan de êrişên dijwar derketin.

Dewleta Tirk a dagirker a ku bi hewayî piştgiriyê dide çeteyan, bi balafirên bêmirov bendava Tişrînê bombebaran kir. Di encamê de zirareke mezin gihand bendavê. Her wiha herêmên pevçûnên hêzên me û nuqteyên hêzên me bi zêdetirî 160 caran bi balafirên bêmirov bombebaran kirin. Bi vê yekê dewleta Tirk hewl da berxwedana hêzên me asteng bike, lê şervanên me bi taktîkên şerê nû derbên giran li çeteyan dan, kemîn ji wan re danîn û gelek çete tevî serçeteyan kuştin, tank û alavên wan ên leşkerî rûxandin.

Bi rihê însiyatîf û berxwedana dîrokî, şervanên me bi pêşengiya YPJˋê sîng bi sîng li hember bi dehan çeteyan şer kir.

Di encama berxwedana hêzên me de hewldana kontrolkirina çeteyan ji pira Qereqozaq û bendava Tişrînê re têk çû. Şervanên me planên wan ên qirêjî yên dizîn û talankirina mal û milkên gelê Sûriyeyê têk birin. Bi wê re plana dewleta Tirk a dagirker a kontrolkirina bendavê û bikaranîna wê wek belgeyeke şantajkirinê li dijî gelê me li tevahî herêmên Sûriyeyê têk çû.

Bîlançoya şerê 3 rojan li pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê:

Hejmara kuştiyan: 142 çete li bendava Tişrînê, 68 çete li pira Qereqozaqê tevî 13 serçeteyan, bi giştî 210 çete hatin kuştin.

Birîndaran: Bi sedan çete birîndar bûn.

Rûxandina erebeyên leşkerî: 28 erebe li bendava Tişrînê û 11 li pira Qereqozaqê, bi giştî 39 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Rûxandina tankên dewleta Tirk: 2 tank li bendava Tişrînê û 4 li pira Qereqozaqê, bi giştî 6 tank hatin rûxandin.

Xistina balafirên xwekuj: 5 balafirên xwekuj hatin xistin.

Rûxandina motorsîklêtan: Li bendava Tişrînê 20 motorsîklêtên çeteyan hatin rûxandin.

8 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di berxwedana lehengane de ku hêzên me li dijî van êrişan raber kiriye, 8 şervanên me şehîd bûn û 13 şervan jî birîndar bûn.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê berxwedan û lehengiya şervanên xwe silav dikin. Em bejna xwe li beramber şehîdên xwe yên ku daxmayek di dîroka berxwedanê de hişt, ditewînin. Em soz didin gelê xwe ku asta berxwedanê mezin bikin ku layiqî berjewendiyên gelê xwe û fedakariyên şehîdên me yên leheng bin."