Di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî otobuseke leşkerî ya li Hûmûsê û baregeheke li nêzî sînorê Iraqê de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê SOHR'ê ve roja Înê hat eşkerekirin, çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de du êrîş pêk anîne û di encama êrîşan de 28 leşkerên Şamê û milîsên alîgirê hikûmetê hatine kuştin. 

Di êrîşa ewil a êvara Pêncşemê de çeteyên DAÎŞ’ê li dijî otobuseke leşkerî ya li rojhilatê Hûmûsê êrîş pêk anî û di encamê de 22 leşker û endamên komeke alîgirê hikûmetê hatin kuştin.

Li rojhilatê wê jî li nêzî sînorê Iraqê hate ragihandin ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî baregeheke li nêzî Bûkemalê de 6 leşkerên Şamê hatine kuştin û 2 leşker jî hatine revandin 

Li gorî SOHR’ê, di dawiya meha Adarê de çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku bi kemînê 8 leşkerên Sûriyeyê girtin ew 'kuştine'. 

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka salê û vir ve bi taybetî li herêmên Dêra Zorê, Hûmûs û Reqayê zêdeyî 268 leşker û endamên komên alîgirê hikûmetê di kemîn, êrîş û teqînan de hatine kuştin.