Berdevkê YPG’ê: Em ê yekser bersivê bidin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got heke Tirk êriş bikin wê tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin û wê yekser bersivê bidin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku di gefên dagirkeriye de qala kemberan tê kirin û bi van kemberan re navendên demokrasiyê dibin hedef û got “Erdogan ê ku fobiya wî ya demokrasî, heq û Kurdbûnê heye, dixwaze cihên ku demokrasî û yekîtiya gelan heye îmha bike. Bi vî awayî hewl dide civakê ji şoreş û hêviya azadiyê têk bibe.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê gefên ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li hemberî herêmê dixwe, ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd diyar kir ku ev gefên êrişê yên Erdogan ne nû ne û got “Bi yekser îlan neke jî her roj êrişên li ser Şehba, Til Rifat, Serêkaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 didome. Li dijî herêmê êrişên Tirkan her roj didome. Îro ev tişt îlan kirine dixwazin êrişan mezintir bikin. Bêguman rejîma AKP û MHP’ê û Erdogan, tevî artêşa Tirk bermahiyên komên wekî DAÎŞ, El Kaîde û Biraderên Misilman bi kar tîne. Tevgera wan û kombûna wan zêd bûye. Hewl didin êrişî Rojava bikin. Erdogan ev demek e li qada dîplomatîk jî li pey van êrişan e û jixwe vî tiştî venaşêre. Her roj bi droneyên biçek li Rojava li hemwelatî û endamên me dide. Hewldaneke wan heye ku êrişeke mezin a dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji ber vê amadekarî û îlankirina êrişê di heman pêvajoyê de ye. Em îlana şer a Erdogan wekî xetereyeke cîddî dibînin.”

-Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku ev êriş tê wateya binpêkirina peymana ku di navbera wan , Rûsya, DYE, Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê û got “Ev hêz, hêzên garantor ên peymanê ne. Lê êrişên bi top, tank, obus, balefir û çeteyan ên li ser Til Temir, Eyn Îsa, Rêya M4, Til Rifat, Şehba, Qamişlo, Dêrik û Kobanê qet nesekinî. Divê hemû dinya bizanibe ku artêşa Tirk a ku li gorî fermana Erdogan tevdigere, vê peymanê bin pê dike. Hêzên navneteweyî, DYE û Rûsya divê garantoriya xwe pêk bînin. Heke hewce bike divê ji Tirkiyeyê re bibêjin êdî bes e. Bi êrişên Tirkiyeyê re êrişên DAÎŞ’ê jî dest pê dike. DAÎŞ ji nû ve xwe xurt dike. Dema ku ev tişt derdikeve holê xetereya terorê jî dîsa derdikeve holê. Divê dinya vî tiştî bibîne.. Di vî warî de bi hezaran delîl hene. Êrîşa girtîgeha Hesekê mînaka vî tiştî bû. Niha jî li Kampa Holê xetere heye ku DAÎŞ êrişan bike.Ev tişt girêdayî hev in. Divê hemû dinya vî tiştî bibîne. Erdogan li Iraqê jî êrişan dike. Rejîma AKP û MHP’ê êdî ji bo ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê bigire, şer hilbijêre. Ji xeynî şer tu çareseriyeke wan tune. Dixwazin Tirkiyeyê bi rewşeke awarte bi rê ve bibin. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî bibînin. Ew dijminê demokrasî, azadî, dewlemendiya çandî û exlaqî ne. Bi metodên cîhadîst û faşîst hewl didin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Qaşo li hemberî ewlekariya Tirkiyeyê xetere heye lê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî nebûne xetere. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî bibînin.”

 Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir rejîma Sûriyeyê bi qasidiya Rûsyayê li herêmê ye û got “Rûsya û DYE piştî şerê li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî garantorê peymanê ne. Bi wan re hevdîtinên me jî çêbû. Em nikarin bibêjin ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwesteke zelal çêbûye. Divê hêzên garantor peywira xwe bi cih bînin. Erdogan tevî artêşa NATO’yê êrişî herêmên me û hêza me ya ji bo li Sûriyeyê ji bo çareseriyeke siyasî têdikoşe dike. Bi van êrişan re çareseriyê paş ve dixîne.”

Mehmûd qala kembera ku Erdogan dixwaze pêk bîne kir û got “Vê kembera ku Erdogan qala wê dike li cihên ku demokrasî pêk hatiye. Li cihên şoreşê ye. Erdogan dixwaze modela ku li Sûriyeyê ava bûye û pêşengtî tê kirin îmha bike.Xeta ku ji Dêrikê heta Til Rifat û Efrînê cihên wisa ne ku pergala demokrasiyê lê pêk hatiye û gelên Ereb, Tirkmen, Suryan, Çerkes û Ermen lê dijîn. Pêşengtiya vê herêmê hate kirin. Ji bo ku xwe bigihînin armanca xwe, dixwazin vî tiştî îmha bikin. Li gorî wan heke herêmên Kurdan desteser bikin qaşo wê bikaribin civakê ji şoreşê dûr bixînin û wê civak dev ji hêviya xwe ya azadiyê berde.”

-Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir piştî şerê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wan tecrube stendine ku xwe û destkeftiyên şoreşê çawa biparêzin û got “Hemû hêzan xwe li gorî vî tiştî amade kirine. Wê rewşên wekî yên li Efrîn, Serêkaniyê û Efrînê dubare nebe. Heke êriş were kirin wê êrişkar rastî hinek rewşan werin. Divê gelê me van gefên dagirkeriyê cîddî bibîne û li gorî vî tiştî xwe birêxistin bike. Divê gelê me bibîne ku dijmin nasekine û rejîma AKP û MHP’ê çi dema ku derfetê bibîne wê êriş bike.”