Çete ketin navenda bajarê Hamayê

Bajarê Hemayê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan xwe vekişandine başûrê bajêr.

Li Sûriyeyê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk dewam dikin. Piştî pevçûnên bi rojan ên li derdora bajarê Hamayê, çeteyan ketin navenda bajarê Hamayê. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan hêzên xwe yên çekdarî vekişandine xeta başûrê bajêr. Çeteyan jî girtîgeha navenda bajêr kirin bin kontrola xwe û girtiyan serbest berdan.