Zarokê rûken ê berxwedana Wanê: Min dizanibû ku ez mafdar im

Muhammed Orhan ê ku bi wêneyê xwe yê bi ken bû sembola berxwedanê li ber girtîgeha ku lê hat berdan got, "Min dizanibû ku ez mafdar im. Ev berxwedaneke mafdar bû û me bi dest xist."

MUHAMMED ORHAN

Muhammed Orhan (18) ê ku di berxwedana li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya Wanê de hat binçavkirin û girtin û bi wêneyê xwe yê bi ken bû sembola berxwedanê, li ser îtîraza parêzerên xwe ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê ve hat berdan. Orhan ê ku hat berdan, dema ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê derket ji aliyê gelek kesan, malbat û parêzeran ve hat pêşwazîkirin. 

‘EM GIHIŞTIN MAFÊ XWE' 

Orhan li ber girtîgehê axivî û got ku moral û kenê wî dê tu carî neçilmise. Orhan got, "Hem di dema binçavkirin hem di girtinê de moralê min bilind bû. Ji ber ku min dizanibû ez mafdar im. Ev berxwedaneke mafdar bû û em gihîştin mafên xwe. Erk ji bo me îradeyek bû, me jî ji bo vîna xwe li ber xwe da. Ji vir em spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me û berxwedana me dikin."