Tulay Hatîmogûllari: Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe dê bihar were

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari banga 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' kir û got, "Bihara rast û mayînde bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo her kesî zêdetir kar, erzaq û nan pêkan e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Rûniştina Taybet a 23’yê Nîsanê ya li Meclisê de nirxandin kir.

Hatîmogûllari diyar kir ku di serî de li Filistîn û Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo çareserkirina pirsgirêka li şûna muzakereyên demokratîk serî li rêbazên tundiyê tê dayîn lewma zarok tên qetilkirin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Têkoşîna me ji bo bidawîkirina karkeriya zarokan e, ji bo bidawîkirina zewacên di temenê biçûk de, ji bo bidawîkirina îstîsmarkirina zarokan, ji bo pêşîlêgirtina zarokan û ji bo pêşerojeke xweş a zarokan e.” 

Di berdewamê de Hatîmogûllari wiha got: “Sed salên komarê di heman demê de dîroka darbeyan, krîzên aborî, bêîstîqrarî û otorîterîtiyê ye. Di sedsala ewil de rejîmê xwe nêzî demokratîkbûnê nekir, daxwazên demokratîkbûnê ya civakan krîmînalîze kir û red kir, hemû kesên li dijî vê derketin bi rêbazên tundiyê hewl da tune bike. Komar, ji bo hebûna xwe ya îro deyndarê hemû gelên li welêt, bawermend û kedkaran e. Tevî vê yekê jî îradeya avaker tune tê hesibandin. 

Berpirsyartiya hemû dînamîkên siyasî ye ku çavkaniya înkarê bibînin, pê re hevrû bibin û ev yek berpirsyartiyeke mezin a roja me ye. Feraseta yekperest a beriya 1920’an di meriyetê de, bi Destûra Bingehîn a 24’an re veguherî aqilê hişk û sîstematîk ê netewe dewleta nû. Înkara dîrokî, referansên xwe yên sereke û hişmendiya tunehesibandina tevahiya cudahiyên welêt, bingeha xwe ji Destûra Bingehîn a 1924’an digire. Mixabin destûrên bingehîn ên piştre jî bûn kopiyayên xerab ên Destûra Bingehîn a 1924’an. Niha pêdiviya sereke ya civakên Tirkiyeyê, destûra bingehîn a demokratîk e. Di sedsala ewil a komarê de dewletê hewl da gelekî yektîp û di xizmeta sermayeyê de biafirîne. Lê belê bi ser neket. Peywira siyasetê ya di sedsala duyemîn de ew e ku ji bo pirsgirêkên sereke çareseriyan peyda bike û rêveberiyeke demokratîk a gelan ava bike. Pêngava vê ya ewil jî ew e ku bikeve pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn a Demokratîk. Ji bo vê jî divê bi awayekî lezgîn dawî li şer û pevçûnan bê anîn, cihêkariya heyî bê bidawîkirin, ji bo avakirina aştiya civakî bi derdorên berfireh ên civakî re mitabeqat bên çêkirin û li rê û rêbazên were gerîn. 

Di sedsala duyemîn de rêya xelasiya ji krîzên sedsala yekemîn ew e ku mitabeqeta civakî ya bi ruhê 1920’an di sala 1921’an de hatiye çêkirin were nûjenkirin. Parekî mezin a Îttîhat û Terakiyiyan û hwd. di krîza demokrasiyê ya komarê de heye. Di vê sedsalê de divê bi rabûrdiyê re hevrûbûnek çêbibe û avakirina pêşerojeke demokratîk peywira sereke ya saziya siyasetê ye. 

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka naskirinê û statûyê ye. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên muzakereyên demokratîk, siyaseteke azad û li gorî hiqûqa gerdunî bê çareserkirin. Tekane rêya ku çîçek vebin û bihareke rasteqîn ew e ku çareseriyeke demokratîk a li ser esasê muzakereyan bê pêşxistin. 

Berpirsyartiya Meclisê ye ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û Tirkiye di sedsala nû de ji bo demokratîkbûnê gav biavêje. Weke DEM Partiyê em amade ne ku di vê mijarê de tişta dikeve ser milê me pêk bînin. 

Bihareke rast û mayinda ya vî welatî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, bidawîkirina bêkariyê û dabînkirina hêj bêhtir demokrasî, azadî û edaletê pêkan e. Li herêma me projeyên nû yên şer tên cîbicîkirin, dîsa xwîn û rondik tên rijandin. Di rewşeke wiha de divê ji bo jiyan û civakeke demokratîk, bi hemû derdoran re bê axaftin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya muzakereyan esas bê girtin. Lewma em bang dikin û dibêjin ku werin em bi hev re xwe ji destûra bingehîn a darbeya 12’ê Îlonê xelas bikin û Komara Demokratîk bi hev re ava bikin. Di serî de parlamento, werin em bi hev re siyasetê ji hemû vesayetan xelas bikin. Ji bo parastina gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê werin em bi hev re mitabeqeteke aştiya navxweyî ya mezin çêbikin. 

Em ji bo rabûrdiyê deyndar û ji bo zarokan, pêşeroja wan jî soza me heye. Em ji bo aştî û demokrasiya welat û ji bo têkoşîna hevpar amade ne.” Hatîmogûllari, bang li zarokan jî kir û got: “Em ê bi hev re welatekî azad û dilşa diyarî we bikin. Bila ev jî soza me ya ji bo zarokên hêja be.”