Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo sîxurê bi navê Mustafa Haskiri daxuyanî da

Di daxuyaniya li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê de hat ragihandin ku Mustafa Haskiri yê ku di gelek qadan de cih girtiye û herî dawî li girtîgeha Yozgatê girtî ye, bi yekîneyên Îstîxbarata Cendirmeyên Tirk re dixebite.

TEŞHÎRKIRINA SÎXURÊ TIRK

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî xiyanetkarê bi navê Mustafa Haskiri yê ku demek dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê sîxurtî kiriye û herî dawî li girtîgeha Yozgatê girtî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

“Heke pirsa di dîroka civakan de bi giştî û rastiya Kurd û Kurdistanê bi taybetî di warê desthilatdarî û mêtingeriyê de trajediya herî mezin çi ye bê pirsîn dibe ku bersiva hevpar a vê yekê ev be; ‘Yê ku xiyanet li cewher û civaka xwe kiriye’ û tiştên di nava dewleta lanetkirî kiriye, yanî îxanet û hevkarî be.

Bi îcada teknîk û kevneşopiya desthilatdariyê, kesan ji civaka xwe dûr dixe, dijber dike û dike amûrên dewleta û desthilatê ya tê bikaranîn. Hêzên şaristaniyê her tim vê rêbazê bi kar tînin. Ji ber bandora vê yekê ye ku bi hezaran sal in mîna têkoşîna tarî û ronahiyê, qencî û xerabiyê, heqîqetê û nerastiyê, têkoşîna xiyanet û berxwedanê heye. Li ser vê bingehê têkoşînê ye ku mirov ji dêvla ku bibe mirovekî fezîlet û azad ê civaka xwe, ji bo çend quriş pere û jiyana bêbext a bi navê modernîte bedelê giran dibîne, qelsiyên xwe tercîh dike û bibe kesayeta îxanetê ya lanetkirî, li ser bingeha vê têkoşînê derdikeve holê.

Yek ji yên herî dawî ku tevlî vê karwanê îxanetê bû, mîna ku pênaseya diyalektîka me ya jiyanê piştrast bike: "Eger hûn pişta xwe bidin kesên ku we ronî dikin, hûn ê di tarîtiya xwe de bifetisin"; MUSTAFA HASKIRI yê ku demeke dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên sîxuriyê kir û herî dawî jî di girtîgeha Yozgatê de ma. Lêpirsîna ku tevgera me li dijî vê hêmanê pêk anî, bi dawî bû û derket holê ku TC a faşîst a mêtinger di pêvajoyên ku erk û çalakiyên xwe dimeşîne, ji aliyê YEKÎNEYÊN ÎSTÎXBATARTÊ YA CENDEIRMEYAN ve hatiye wezîfedarkirin û ji bo vê yekîneyê dixebitî. Ew pêkanînên sîxur/xiyanetê ku ev hêmana ku ji bo jiyana ferdî xisitn zindana Yozgatê, em vê pratîka xiyanetê şermezar dikin; Em pêkhateyên ku bi sîxurên bi vî rengî re hevkariyê dikin jî bi awayekî cidî hişyar dikin û bang li wan dikin ku destên xwe yên qirêj ji nirxên ku gelê me bi hêviyên mezin bilind kiriye, ji vê gola îxanetê derkevin û ji van sûcên xwe yên li hemberî gelê Kurd ê hêja kirine vegerin. 

Erk û berpirsyariya me ye ku em hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk bi taybet hevrêyên xwe yên li girtîgehan agahdar bikin.”