ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku desthilatdarî hewl dide tundiyê li her qadê belav bike û got, "Rêxistinî jehrkuja şerê taybet e."

Di rewşeke welê de ku xelkê Başûrê Kurdistanê di nava pirsgirêkên aborî û civakî de ye û dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker, malbata Barzanî ji bo zarokên xwe bi milyonan dolarî zanîngehan vedike û li gorî dilê xwe bi rê ve dibe.

Narîn Guran a 8 salî ku li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê di 21'ê Tebaxê de winda bû û piştî 19 rojan cenazeyê wê li ber çemekî veşartî hate dîtin, îro tê veşartin.

Zarîn Aram ku sala 2015'an li gel Zeryan Denîz Amed tevlî kar bû, li her qadê nasnameya YJA Starê bi rengekî hêja temsîl kir û bû şervaneke milîtan.