ROJEV 17'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Rûniştina doza Kobanê wê dewam bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku her kes divê li gorî ruhê berxwedanê yê li Wan û Şirnexê xwe nû bike û got, "Şerê taybet bi şerê şoreşgerî dikare bê rawestandin."

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek Bîlek got, "Hewl didin paşeroja civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tine bikin." Gulîzar Îpek Bîlen diyar kir ku wê rê nedin vê yekê.

Nivîskarê rêze romanê Sean Mîchael Wîlson anî ziman ku konfederalîzma demokratîk modelek ji şêweyê birêxistinkirina cîhanê ye.