Milîsên HBDH'ê li Edeneyê agir berdan 3 febrîqeyan
Milîsên Orhan Cîhat Bîngol ên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê bi hevdemî agir berdane 3 febrîqeyan û zerar li 8 febrîqeyên din jî bûye.
Milîsên Orhan Cîhat Bîngol ên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê bi hevdemî agir berdane 3 febrîqeyan û zerar li 8 febrîqeyên din jî bûye.
Milîsên Orhan Cîhat Bîngol ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Şeva 4'ê Îlonê li Edene/Yuregîr/Guzelevlerê li sîsteya pîşesaziyê ya Karşiyakayê bi hevdemî 3 febrîqe hatin şewitandin û zerar li 8 febrîqeyên din jî bû. Alavên ofîs, kirtasiye û mobîlya yên febrîqeyan bi temamî şewitîn."
Milîsên HBDH'ê diyar kirin ku di encama çalakiyan de li 11 febrîqeyan zerarek ji milyonan lîreyî bû.
Di daxuyaniyê de ji bo bidawîkirina mêtingeriya Tirk bang li her kesî hate kirin ku bênavber çalakiyan bikin.