Li Antalyayê serdegirtina malan: 10 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Antalyayê avêtin ser malan. Herî kêm 10 kes destgîr kirin.

Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriyê ya Komarê ya Antalyayê, polîsên Tirk li Antalyayê avêtin ser malan. Di encamê de 10 kes hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku 10 kes bi hinceta tevlî Newrozê bûne û dirûşm qîriyane hatin destgîrkirin.