Karkerên ji gelek bajarên Îranê xwepêşandan kirin

Îro bi daxwaza wergirtina mafê xwe û şermezarkirina binpêkirinên mafan ji aliyê rejîma Îranê karkerên ji gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber parlementoya Îranê ya li Tehranê li hev kombûn û xwepêşandan kirin.

Ji ber binpêkirinên mafê karkeran, guh nedayina daxwazên wan û bê sîgorta hiştina karkeran ji aliyê rejîma Îranê, her wiha buhabûna kel û pelan û zêdebûyîna rêjeya bêkarî bûye sedem ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewşa debarî ya kesimên karker ên civakê her ku biçe xirabtir bibe.

Îro bi mebesta şermezarkirina wan binpêkirinan karkerên ji gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên wek Dêhgulan a Sine, Kamyaran, Qezwîn û hwd li ber avahiya meclisê ya li Tehranê hatin cem hev û xwepêşandan kirin.

Di xwepêşandanê de ligel axaftinên ku hatin kirin jî pankart û dovîzên ku karkeran tê de daxwazên xwe anîbûn ziman hatin hilgirtin.

Yek ji daxwazên girîng ku bi taybetî di vê xwepêşandanê de hate ziman pêşnûme biryara derbarê sererastkirina şert û mercên sîgorta yên karkeran e ku parlementoya Îranê heya niha erê nekiriye. Her wiha betalkirina pereyên ji bo sîgortayê ji karkeran tê standin daxwazekî din ê bingehîn a karkerên xwepêşander bû.