Hevdîtin û tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Îranê dîl tê ragirtin, hevdîtina wê ya li gel malbatê û tedawiya wê tê astengkirin.
Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Îranê dîl tê ragirtin, hevdîtina wê ya li gel malbatê û tedawiya wê tê astengkirin.
Ajansa HRNA’yê ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku yek ji girtiyên jin ên siyasî ya herî kevne di girtîgehên Îranê de, tevî nexweşiyên xwe ji mafên xwe yên tedawî û hevdîtina bi malbatê re bêpar hatiye hiştin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku berpirsên girtîgehê rê nadin encamên test û filîmên ku beriya niha li nexweşxaneyê ji bo Zeyneb Celaliyan hatine girtin, werin eşkerekirin.
Her wiha hatiye eşkerkirin ku ji destpêka meha Îlonê ya îsal ve bi fermana Wezareta Îtlaetê ve mafê hevdîtina Celaliyan a li gel malbatê hatiye qedexekirin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku di dawiya meha Hezîrana îsal de ji aliyê Wezareta Îtaletê ve zext li Zeyneb Celaliyan hatiye kirin ku poşmaniya xwe ragihîne, lê Celaliyan ev daxwaz red kiriye.