Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn tê weşandin, vê mehê bi dirûşma "15'ê Tebaxê Rihê Serketinê ye” derket.
Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn tê weşandin, vê mehê bi dirûşma "15'ê Tebaxê Rihê Serketinê ye” derket.
Kovara Stêrka Ciwan, ji bo ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ên li Ewropayê her meh bi hejmareke nû tê weşandin. Kovara vê mehê bi dirûşmeya “15’ê Tebaxê Rihê Serketinê ye” derket. Di beşa kovarê ya bi sernava Rêber Apo de, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 15'ê Tebaxê cih digire.
Her wiha di kovarê de nivîsên perspektîf ên koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ên li Ewropayê ji bo ciwan û jinên ciwan cih girtin.
Di heman demê de di kovarê de gotara Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan a bi sernavê "Rêberê Bindestan" cih digire.
Di beşa kovarê ya bîranînê de jî nivîseke li ser şehîd Çekdar Canfeda Med ku ji Ewropayê derbasî çiyayên azadiyê bû û di 12'ê Tebaxa 2022'yan de li Metîna gihîşt şehadetê, hat weşandin.