Desthilatdarî xwe li ser dijminatiya li Kurdan xwedî dike

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir da zanîn ku desthilatdarî ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire careke din dixwaze sûdê ji dijminatiya li Kurdan werbigire.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku desthilatdariya Erdogan a ku Tirkiye xistiye nava girêka krîzan, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji civakê derbeke giran xwar û anî ziman ku tabloya piştî encamên hilbijartinê derket holê, nîşan dide ku desthilatdariya Erdogan ber bi têkçûnê ve diçe.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ANF'ê re axivî û diyar kir desthilatdariya Erdogan a 22 salan li ber hilweşînê ye û destnîşan kir ku hilweşîna di aliyê aborî û siyasetê de ji krîzên ku di polîtîkayên hundir û derve de jiyane baş tê fêmkirin.

DESTHILATDARIYÊ HER TIM XWE LI SER DIJMINATIYA LI KURDAN XWEDÎ KIRIYE

Bayindir, anî ziman ku encama hilbijartinên 31'ê Adarê ji bo hilweşîna Erdogan û desthilatdariya AKP'ê lezîneke nû daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Dema em li pêvajoya ji salên ewil ên komarê heta roja îro dinêrin, hemû pêkhate yan jî hêzên dixwazin li Tirkiyeyê li ser desthilatdariyê bimînin an jî dixwazin jiyana xwe ya siyasî dirêj bikin, her tim bi rêya dijminatiya Kurdan hewl dan vê yekê bikin. Desthilatdaran her tim xwe li ser dijminatiya Kurdan xwedî kirine û ji bo rejîma komarê jî bûye stratejiyeke jêneveger. Desthilatdariya Erdogan ji bo ku pêşî li hilweşîna ku îro dijî bigire dixwaze ji vê stratejiyê sûdê werbigire, yanî dijminatiya li Kurdan bike. Di rastiyê de Erdogan di nava 22 salên desthilatdariya xwe de her tim bi rêya dijminatiya li Kurdan xwestiye emrê xwe yê siyasî dirêj bike."

AKP’Ê ROLA KU JI BO WÊ HATIYE DIYAR KIRIN DILÎZE

Bayindir, da xuyakirin ku îro li Kurdistanê hemû nirxên gelê Kurd tên hedefgirtin û got ku ev yek di çarçoveya polîtîkayên ‘Plana Hilweşînê’ de ji aliyê dewletê ve tê pêkanîn. Bayindir, anî ziman ku ji ber berxwedana gelê Kurd dewlet heta niha di asta ku dixwaze de nekarî vê plana xwe pêk bîne û wiha dom kir, “Encama hilbijartina 31’ê Adarê jî li dijî ‘Plana Hilweşînê’ weke derbeyek pêş ket. Lê belê mejiyê dewletê û desthilatdariya Erdogan dawî li vê dijminahiya xwe neanîne. Ji ber ku dizanin eger dev ji dijminatiya li Kurdan berdin wê siberoja wan bikeve xeteriyê. 

Bi salan e êrîşê nirxê gel dikin û operasyonên leşkerî bi awayekî herî giran pêk tînin. Lê heta niha ti encam bi dest nexistine. Ji ber di operasyonên leşkerî de encam negirtin, polîtîkayên şerê taybet xistin dewrê û şerê li Kurdistanê derbasî qonaxeke nû kirin. Her çendî şerê taybet ji salên 1990’an û vir ve encam negirtibe jî, desthilatdariya Erdogan vê polîtîkayê bi awayekî sistematik hewl da pêk bîne. Hem dixwazin civakek ji cewhera xwe dûr ava bikin û hem jî dixwazin jin û ciwanên Kurd bi giştî bêîrade, bêparastin bên bên hiştin. Yên ku li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin, nerazîbûn nîşan didin û di ferqa vê rastiyê de ne bi zext, gef û pêkanînên ku salên 90’ê derbas dike re rû bi rû dimînin.”

JIN Û CIWANÊN KURD WEKE AMÛREKE PARASTINÊ XWE BI RÊXISTIN KIRINE

Bayindir, destnîşan kir ku asta jin û ciwanên Kurd di aliyê îdeolojîk û hişmendiya polîtîk gihiştine, serweriyek li ser siyaseta Tirkiyeyê dikin û wiha got, “Ciwan û jinên Kurd weke amûreke parastinê xwe bi rêxistin kirin û xwe gihandin hişmendiyeke îdeolojîk-polîtîk. Îro dînamoya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd ciwan û jinên Kurd ên rêxistinbûyî ne. Dewlet û desthilatdariya Erdogan jî vê rastiyê baş dizanin. Ji ber vê bi taybetî jin û ciwanên Kurd hedef digirin. Xeteriya herî mezin ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê jî ciwanên Kurd û jinên Kurd e ku xwe bi rêxistin kirine, rastiya Kurdistanê baş analîz kirine û dizanin li ku derê li ber xwe bidin."

BERXWEDANA LI WANÊ NERAZÎBÛNEK LI DIJÎ ZÎHNIYETA TEKPARÊZ E

Bayindir, di dawiyê de da zanîn ku encama konsepta şer a li Kurdistanê hilweşîn, talan û tecrîd e û got, “Kurdistan îro bi xweza, ekolojî, nirxên xwe yên çandî û dîrokî di nava êrîşeke topyekûn de ye. Bê guman ev êrîş jî tê wateya tecrîda civakî. Di navenda vê tecrîdê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Tecrîd rasterast hemû nirxên gelê Kurd dike hedef. Berxwedana li Wanê nerazîbûnek li dijî zîhniyeta tekparêz e ku dixwaze civakê tecrîd bike û beyana vînê ye. Divê helwesta gelê Kurd jî weke beyana demokrasî û azadiyê bê nirxandin. Berxwedana Wanê û nerazîbûnên gel ên li Şirnex û Colemêrg jî divê weke peyamekê bên xwendin.”